Björklund dixwaze tehsîsata parastinê zêde bike

Bi pêşveçûnên van rojên dawî yên li Ukrayna re serokê Partiya Gel Jan Björklund niha dixwaze tehsîsat û doktrîna parastina Swêdê biguhere. Björklund dibêje bila Swêd careke din vegere siyaseta xwe ya berê ya ku armanc parastina sînorên Swêdê bû. Lewra dibêje Björklund divê hêza Swêd ya li erdê bi taybetî jî hêza li Gotland ü Deryaya Baltîk bê xurtkirin.

Björklund dibêje:

– Ev deh-panzdeh salên siyaseta Swêdê ya parastinê destekdana bûyerên navneteweyî ye. Lê tişta pêwist guhertina vê doktrînê ye, hedefa hêza leşkerî gereke bibe parastina Swêdê.