Biryara li ser desteka partiyan eşkere bû

Parlemena Swêdê biryar stand ku dewlet destekê nede partiyên siyasî yên ku ji piştgirên anonîm (navnediyar) alîkariyê werdigrin. Pêşniyaz ji 1:ê nîsanê û pê de dikeve dewrê.

Ev biryar tê wê wateyê ku daxwaza hevbeş ya Partiya Jîngehê, Sosyaldemokrat û Partiya Çep hatiye qebûlkirin.

Pêşniyaza parlemenê ya ku fînanskirina berendaman kontrol bike jî hate pejirandin.