Gelek doktor û paqijker kokbiyanî ne

Gelek ji paqijkerên otêl û kontûran li derveyî Swêdê ji dayik bûne. Ji sê jinên ku li Swêdê karê paqijiyê dikin yek bi koka xwe biyanî ye. Di nav paqijkerên zilam de hejmara xerîban hêj zêdetir e; ji diduyan yek xerîb e.

Pîşeyekî din yê ku gelek xerîb li Swêdê dikin doktorî ye. Nîvê doktorên Swêdê ne li vira ji dayik bûne.

Van agahiyan hejmarên 2012ê yên bazara karî yên swêdî eşkere dike.