Ji arşîva Radyoya Swêdê

Berê êzidîyan li rojê ye

16 min

Êzidiyên li Swêdê miriyên xwe çawa vedişêrin? Cejnên xwe çawa pîroz dikin? Reportajek li ser êzidîyên Swêdê û rêwrismên wan.

Cejna êzidîyan ya herî mezin Çarşema Sor e. Ji Çarşema Sor re herwiha Çarşema Serê Nîsanê jî tê gotin û li gor salnameya mîladî ew dikeve derdorê nîvê meha nîsanê.

Ciyekî li Swêdê ku hejmareke baş ya kurdên êzidî lê dijîn herêma Dalarna û nexasim bajarê Borlänge ye. Îsal di roja Çarşema Sor de wan ne tenê cejn lê herwiha vekirina goristaneke taybet ya ji bo xwe veqetandî jî pîroz kirin.

Perdeya li ser kêla ku mîna nîşana  goristana êzidî ya li Borlänge hatiye danîn ji aliyê Josef Erdem ve di nav çep, tilîlî û xwendina qewlan de hate hilanîn.

Tê texmînkirin ku îro li cîhanê derdorê mîlyonek êzidî hene, hejmara wan ya li Swêdê nêzîkê pênc hezaran e û ji van derdorê hezar kesî li Dalarna ne. Ji van derdorê sed kesî ji êzidîyên Kafkasya ne û yên din gişt ji başûrê Kurdistanê ne.

Berya çend salan li başûrê Swêdê li Helsingborg goristaneke resmî ji êzidîyan re hatiye veqetandin. Û ya ku niha bi daçikandina kêlekê vekirina wê resmî tê kirin li tevahiya Swêdê goristana duyem ya êzidî ye.

Kêla ku mîna îşareta goristanê hatiye daçikandin bi sembolên êzidî hatiye xemilandin. Kesayetê êzidî Said ji xelkê hazir re sembolan tarîf dike.

Mesrefa kêlê û erdê Dêra Swêdê (Svenska Kyrkan) girtiye ser xwe. Ciyê ku weke goristan hatiye veqetandin jî  aydê Stora Tuna Kyrkan ya li Borlänge ye. Li rojhilatê dêrê mêrgeke, keske, vekirî, derdorê 200 metrekare, ango 20 donim xisûsî ji bo êzidîyan hatiye veqetandin.

Mattias Elofsson li dêrê mihandizê erda goristanê ye: 

--Li gor qanûnê wezîfeya dêrê ye ku ji baweriyên li Swêdê hene re cîyê veşartinê veqetîne. Ji berê de li vir ciyekî misilmanan hebû û niha jî cî ji êzîdiyan re hatiye veqetandin. Ji bo veşartina li vira tu şert û merc nînin, mirov serî li dêrê dide û radigihîne ku mirov dixwaze li goristana êzîdiyan were veşartin û ewqas. Lê eger qeyda mirov ne li herêma Dalarna be divê şaredarî bi hev re têkiliyê deynin.

Li Borlänge bi giştî nêzîkê 100 malên êzidî hene; ji van derdorên 10 malan ji yezîdiyên Kafkasya ne û yên din gişt ji başûrê Kurdistanê ne hatine. Ekseriyeta wan ev derdorê 7-8 salan e ku li Swêdê ne. Û bi zêdebûna hejmara êzidiyan re xebatên ji bo goristaneke xisûsî jî dest pê dikin.

Belê, her ol û çandek xwedî hin rêwrismên taybet e. Taybetiya rêwrisman wek nimûne di îbadet, xwarin, şahî û pîrozbahiyan de xuya dibin. Rêwrismeke din ku her olek li gor xwe bi hin rengên cuda dike veşartina miriyan e. Eger mirov bi veşartina misilman yan xiristiyanan re bide ber hin cudahiyên berbiçav hene: Said Dinanî û civata dora wî salox didin bê ew miriyên xwe çawa bi cî dikin:

Û îro li vir li vê goristanê jî li ser çend maseyên dirêj, li cem xwarin, meywe û vexwarinê tiştekî di şiklê teyrekî de bi rengê zêr li ser maseyê ye.

Herçend ew li ciyekî hezn û şînê, ciyekî ku wê bibe goristanê ne jî bi destnîşankirin û veqetandina vê goristana resmî bi remz û sembolên êzidî ew vêya mîna şahiyekê, bi muzîk, govend û dîlan pîroz dikin bi hêviya ku êdî bikaribin li gor urf û adetên xwe miriyên xwe veşêrin.

Pîrozahiya vekirina goristanê û şahiya Çarşema Sor êvarê jî li saloneke sporê dewam kir. Ji bilî kurdên ku di pîrozbahiyê de memnûniyeta xwe nîşan didan kesekî din yê ku îro pir kêfxweş xuya ye keşayê Dêra Mezin ya Tuna Anders Litborn e:

– Ji bo ku em dikarin vê xizmetê ji koma êzidî re bikin em kêfxweş in. Eva hestên ku em tev li vira li mala xwe ne xurt dike. Dîtina vê tevgera ji dil û pêşwazîkirina wan ya vekirina goristanê wêneyekî bedew û xweşik bû.


BESIR KAVAK
besir.kavak@sverigesradio.se