”Wezîrê nû Mehmet Kaplan îslamîst e”

Wezîrê Xaniyan yê nû Mehmet Kaplan îslamîst e. Wî çendîn caran piştgirî daye komên radîkal û ew dikare zerareke mezin bide hikûmet û Swêdê. Ev gotinên parlamentera berê ya Sosyaldemokrat Nalin Pekgul in ku îro di rojnameya DI de nivîsandiye.

Pekgul dibêje: Mehmet Kaplan yê ji Partiya Jîngehê berya niha cîhadîstên ku ji Swêdê diçine Sûriyê bi dilxwazên ku di şerê cîhanê yê duyem de diçûne alîkariya Fînlenda re dane ber hev. Di navbera 2000-2002 ew herwiha serokê komeleya Ciwanên Misilman yê Swêdê, Svergies Unga Muslimer bû û kesên cîhadîst mîna dersdar dawetî Swêdê dikirin û Pekgul îdia dike ku kesek newêre kiryarên Kaplan û Komeleya Ciwanên Misilman raxe ber çavan ji ber ku rexnegir ditirsin mîna îslamofob werine destnîşan kirin.

Li ser van rexneyên tund Mehmet Kaplan ji kanala P4 ya Radyoya Swêdê re dibêje ew şaş maye û ew Daişê mîna rêxistineke terorîst dibîne.