Özz dikare bibe rojevdiyarkerê salê

Juriyên Dagens Opinion û Reform Acts a pêşbirkêya diyarkerê rojeva raya giştî yê salê namzetên xwe eşkere kirin.

Pêşbirkê di navberas sê kesan de dewam dike.

Komedyenê kurd Özz Nujen yek ji wan kesane ku jurî wek rojevdiyarkerê salê pêşniyar kiriye.

Özz, komedyen, nivîskar û pêşkêşvan e. Wî di dema hilbijrtinê de kampanya ya xwe ya taybet a ji bo serokwezîrtiyê meşand û li ser her dikê, ji Almedalen heta bernameya Skavlan mijara nijadperstiyê kir rojevê.

Kesê din Karl-Petter Thorwanldsson e, serokê LO ku qezenca ji şîrketên dewletê  kir rojevê û vê yekê weha kir ku pirsa LO di dema hilbijartinê bû rojeva sereke.

Kesa sêyem jî Maria rankka ye, ew berpirsiyara giştî ya Rêxistina Tîcaretê ya Stockholmê a bi navê Haldelskammaren e. Wê jî di dema hilbijartinê de bê westabûn pirsên giran ên wek bajaravakirinê,  şîrketên sermayedarî, avahiya bingehîn û avakirna xaniyan a ji bo bajarê Stokholmê xebatek pêhemta meşandiye.

Xelata yekemîn a ji bo rojevdiyarkerê salê dê ji bo kesekî ku bi taybet ji ber xebat û fikrên xwe, bandor û tesîrek taybet kirî ye re biçe.

Zoran Alagic, Boo Ehlin, Lena Josefsson,
Jenny Madestam jûrîne û dê di 5ê adarê de ev xelata ji bo cara yekem tê belav kirin seat di navbera 17-19 an de were dayîn.