Pinpinîk hefteyêkê zûtir ji xew şiyar dibin

4:26 min

Li Swêdê  pênc awayên pinpinîkên rojê hene ku zivistanan dema ku êdî mezin bûne li Swêdê dimînin, yanê radikevin. Navên wan ên bi Swêdî Citronfjäril, Påfågelöga, Vinbärsfuks, Sorgmantel û Nässelfjäril in.

Li hemû cîhanê jî 19 300 cinsê naskirî yên pinpinîkên ku bi roj aktîvin hene.

Bedenê pinpinîkan wek hemû bedenê mêş û kêzikan e, berê  serî, pişt re bedenê jor  û herî dawî jî bedenê jêr tê ku bi rêya îskeletê bi navê exoskelet, yanê îskeletê li ser goşt ku beden ji derve diparêze tê parastin.

Pinpinîkên rojê  bi rêya bijî ango antênen ku bi serê wan ve hene bînê hîs dikin û bi çavên xwe yên mezin jî derdora xwe dibînîn.

Pinpinîkên rojê ji koma pinpinîkan a ku bi rêya xortimekê xwe bi ava gulan dimişin xwe xwedî dike nin. Sê cot nîgê wan di bin bedenê wan ê jor de heye û bi ser pişta wan ve jî du bask anjî balê wan hene ku pê difirin.

Di bedenê jêr yên pinpinîkan de organa xwazrin hezimkirinê, organa bêhn stendînê û orga reproduksiyonê heye.

Cinsê pinpinîkên rojê bi rêya ku bedenê jêr yên pinpinîkên mê ji yên nêr hinekî meztir e ji hev tên naskirin.

Û wekî hemû pinpinîkan, pinpinîkên rojê jî berê di proseya ku, hêk in, dibin kurm û mezin dibin heta dibin pinpinîk re derbas dibin.

Dema dibe zivistan ew xwe di odeyek bin banî de, yan jî di nava êzingan de vedişêrin û buharê şiyar dibin ji bo xwe ji hev zêde bikin.

A niha tê zanîn ku pinpinîkên rojê li gor 20 sal berê hefteyêkê zutir li gor ku têpayîn buharan şîyar dibin. Yek ji sebeban û şîroveyan li gor pisporan dikare ew be ku hewaya,  îlkima Swêdê li gor 20 sal berê germtir buye.

Bengt Karlsson li Enstîtuya Zologî ango heywannasî a zanîngeha Stockholmê lêkoler e. Û wî dema bankeya cinsê gulan û heywanan di çavre derbas dikir rastî vê hişyarbûna pinpinîkan a ji wextê xwe zûtir hat.

Bengt Karlsson dibêje:

– Ewên ku li gor sezonê zû dest bi firê dikin herî zêde tesîr li vê lêkolînê dikin.

Lêkolîn ji sala 2013 an e, lê zû şiyarbûna pinpinîkan wekî xwe berdewan dike, vê yekê lêkolînek nû jî nîşan dide.

Eger ev hal û herek bi vî awayî di pêşerojê de berdewan bike Bengt Karlsson ditirse ku kêm pinpinîk bikaribin bijîn, ji ber ku gul û giyayên ku ew biharê duxon belkê hê şîn nebibin û ne gîhaştibin ku werin xwarin.

Bengt Karlsson dibêje ku li welatên din ên Ewrûpayê jî bi heman awayî ye ku pinpinikên berê biharê hefteyekê zûtir şiyar dibin hene.

- Zûşiyarbûna wan bi heman  awayî berdewan dike, li cem wan cinsê ku min şopandine. Mirov li vê yekê li welatên din jî mêze kiriye, berê her ciyê li Brîtanyayê.  Hejmarên ku min li vir bidestxistin, bi encamên ku li Brîtanyayê jî hatine girtin wek hev in.

Pinpinîk piranî bi baskên xweyên rengîn, tenik û hesasbûna xwe tên naskirin. Temenê  hinek pinpinîkan tenê yek roje û hinekan jî heta çend mehe.

Di nav van pênc cinsên ku me hejmartin de, pinpinîka ku jêre dibêjin citronfjäril herî zêde dijî ye. Ew ji piştî ku ji kurmbûnê derdikeve dibe pinpinîk û zivistanê bi razanê derbas dike wek pinpinîkek mezin û kamil di biharê, meha adarê de şiyar dibe jî tenê heta îlonê dikare bijî.