Biriyara dadgehê li ser zilamekî Sûrî

Di biriyareke dadgehî ya bêhempa de, îroj Dadgeha Destpêkî ya Södertörnê, cezaya zindanê ji bo 5 salan da zilamekî Sûrî, bi sûcê tawana li dijî huqûqa navnetewî, û herweha lêxistina pir giran.

Lêxistin di havîna 2012an cî girt, dema ku zilamî di şerê navxweyî yê Sûriyê de, li aliyê opozîsyonê şer dikir. Yê ku lêxistin xwar nûnereke rêjîma Esed bû.

Belgeya ku vê tawanê îsbat dike, filmek e ku nîşand dide çawa yê tawankar di gel çend kesên din li zilamî, yê ku hatiye girêdan, dixin.

Yê ku vî filmî gihand destê polîsan, hevalê zilamî bû. Li gorî ku ew ji Expressen re behs dike, ew li cem zilamî bû ji bo ku bilêtekî ji zilamî re li ser înternêtê bikire. Programa e-postê vekirî bû û di nav nameyan de, çavê wî li filmî ket, bi dizî daxist ser telefona xwe û gihand dest polîsan.

Pêşî yê tawankar înkar kir, lê paşê îtîraf kir ku yê di filmî de, ew e. Di dadgehê de jî, wî lêxistin îtîraf kir.

Dozgerên dadgehê di dozê de daxwaza derxistina zilamî ji welatî kiribûn. Lê dadgehê vê xalê ne pijirandiye. Dadgeh dinivîse ku ”Tu guman tune ne ku zilamî bi dilxwazî beşdarî şer bû û lêxistinê kir.

Daîreya Mihaciriyê, Migrationsverket, ji ber vê biriyarê, dest bi lêkolînê kir, ji bo kişandina destûra rûniştina zilamî li Swêdê.

Dadgeh di biriyara xwe de dinivîse ku ”heger ew li vir bimîne, ew dibe xetereke mezin li ser ewlehiya hemwelatiyan.

Lê belê di halê niha de, ew nikare ji welêt were derxistin, ji ber rewşa niha ya li Sûriyê, û ji ber vê yekê, xala berdana wî ji Swêdê tê rawestandin bo pêşerojê.

Dozger Henrik Söderman ji rojnameya Dagens Nyheter re wisa dibêje:

”Ew xal ji ber rewşa niha ya li Sûriyê pir tevlihev e. Em mecbûr in ku bihêlin dadgeh li ser vê pirsê bixebite, û li hêviyê bin ka ev pirs çawa bi dawî dibe. Lê em ji dadgehê razî ne, ji ber ku wan nîşan da ku ew jî, weke me, bi berpirsiyarî hizir dikin.”