
Yekîtiya Ewrûpî çavdêriya Deryaya Navendî sêqat dike
Seroka bilind ya yekîtiyên Almanyayê Angela Merkel doh piştî civîna serkêşên Yekîtiya Ewrûpî ragehand ku yekîtî dê operasyona çavdêriya Deryaya Navendî ya Sipî, ya bi navê Triton, bike sêqat.
Ev yek tê wateya ku Triton digihîje eynî asta operasyona Îtalyayê ya bi navê Mare Nostrum, ya sala çû.
Wezîfeya eşkere ya Tritonê ne xelaskirina jiyana penaberan e, lê belê çavdêriya sînorên başûrê Ewrûpayê ye. Tê zanîn ku Triton jiyana 7000 penaberan xelas kiriye, û operasyona îtalî 150 000 kes xelas kiriye.
Operasyona Triton îro tenê 7 keştî û 2 balefir di di xizmeta wê de ne. Herêma ku operasyon çavdêriya wê dike tenê 30 mîlên ji derveyî sahîlên Îtalyayê ne, û rexne li yekîtiyê tê kirin ji ber ku operasyon giraniya xwe datîne ser wê herêmê û naxwaze operasyon berfirehtir bibe.
Serokwezîrê Maltayê di Twitter de dinivîse ku gerek yekîtî civînekê taybet bi penaberiyê li gel yekîtiya Afrîkayê çê ke.
Herweha serokê daîm yê Yekîtiya Ewrûpî Donald Tusk di konferanseke çapemeniyê de dibêje ku ev havîn dê zehmet be ji bo welatên yekîtiyê, lê ew amade ne. Û li gor wî, gerek ne tenê giranî li ser xelaskirina jiyana penaberan be, lê belê gerek sîmsarên qaçaxçî jî werin sekinandin.