
Bi sûcê simsariya mirovan hatine girtin
Şexsek binçavkirî ye û guman ji gelek kesên din tê kirin ji bo rêkxistina qaçaxkirina bi sedan kes ji Îtalyayê heta Swêdê.
Ji çend salan ev lêkolîn ya herî mezin e di warê qaçaxkirina însanan de, li gor serokê polîsê sînor Patrik Engström.
Qaçaxçî di destpêka meha adarê de hatin girtin û gumana wan rêkxistina qaçax bi otobusên biçûk û erebeyên kirê di navbera meha 8a û meha 11a ya sala çû de ye.
2 ji wan kesên gumanjêkirî hemwelatiyên Swêdê ne, yên din îspanî û sûrî ne, û hemû van sûcan înkar dikin.