Dermannasên sûrî nikarin zû bikevin nava kar de li Swêdê

Li gorî branşa dermanxaneyan dê kêmasiya dermannasan bilind bibe ji ber ku gelek dê bikevin nava teqawidiyê.

Texmîn ew e ku di hundirê 5 salan de dê ji 4 dermannasan yek here ser teqawidiyê. Di eynî demê de hejmara dermannasên ku ji Sûriyê tên her bilindtir dibe, lê ji bo ku ew nasnameyên swêdî werbigirin, dê wext gelek here. Sedem ew e ku demên lênerînê li Birêveberiya Giştî ya Karên Civakî, Socialstyrelsen, ji ber nebûna derametan zêde dirêj in.  

Di nav kesên ku nû tên Swêdê, dermannas grûpa xwende ya ku herî bêhtir bilind dibe, ye, di navbera 2013 û 2014an de hejmar duqat bûye, li gorî Daîreya Karî, Arbetsförmedlingen.