Serkêşên SDU dev ji karên xwe berdidin

Serokê rêkxistina ciwanan ya partiya Dêmokratên Swêdê, SDU, Gustav Kasselstrand û cîgirê wî, William Hahne, berî civîna wan bi serkêşên partiyê re, ji êvarenameya Aftonbladet re eşkere dikin ku ew naxwazin ji bo hilbijartina serkêşên rêkxistin namzediyê bikin.

Îro jî dê komîteya serkêşiya partiyê biryar bide ka dê ev herdû kes ji partiyê werin dûrxistin yan na.

Tê zanîn ku ne ji zû ve bû ku William Hahne hate hilbijartin ji bo serokatiya partiyê li herêma Stockholmê.

Birêvebirê grûpa Dêmokratên Swêdê di parlamêntoyê de, Mattias Karlsson, di hevpeyvîneke li gel Televizyona Swêdê, SVT de, got ku sedema pêşniyaza dûrxistina wan ji partiyê, ew e ku pêwendiya wan kesan bi partiyên rasta ekstrem ji dervî welêt re hebûye.

Herdû serkêşên rêkxistina ciwanan van sûcan înkar kirin û berê gotibûn ku ew dev ji karên xwe di nava rêkxistina ciwanan de naqerin, heta heger ji nava partiyê bi xwe jî werin derxistin.