Anders Nyrén jî ji SCA derdikeve

Anders Nyrén, ku hatibû pêşniyazkirin ji bo serkêşiya şirketa sermayedanê SCA, niha dev ji karê xwe di şirketê de berdide. Ji dêvla wî Fredrik Lundberg tê pêşniyazkirin ji bo birêvebirina şirketê.

Sedema jikardûrketina wî ew e, ku wî qebûl kiribû ku serokê berî wî Sverker Martin-Löf, bi balefirên şirketê ji xwe re bigere û nêçîrê bike.

Ji bilî şirketa SCA, niha Anders Nyrén mecbûr e ku cihên serkêş di birêvebirina şirketên din de jî, mîna Handelsbanken, Ericsson, Volvo û Sandvik de jî bihêle.