Dadgeha EU çi dike?

Beşa Radyoya Swêdê P3 radigehîne ku dadgeha Yekîtiya Ewrûpayê destûr dide hemû dezgehên civakî ku xwîndana ji aliyê zilamên homosêksuêl yekcar, heta heta qedexe bikin.

Li Swêdê, zilamên ku bi zilaman re razane, çê nabe hetanî salekê xwînê bidin. Lê niha, li gorî dadgeha Yekîtiya Ewrûpayê li Brukselê, dê mumkin bibe ku xwîndana zilamên homosêksuêl hetanî dawiya jiyana wan qedexe bibe. Dadgeh dibêje ku di eynî demê de, divê ku dezgeh herdem rêzê li keşif û lêkolînên zanistî bigirin.