Heftiyê 7 rojan taksiyê dajo

5:38 min

Beşa nûçeyan ya Radyoya Swêdê, Ekot, lêkolînekê li ser rewşa karê şofêrên taksiyan li bajarên Stockholm, Göteborg û Malmö çêkiriye. Ji vê lêkolînê diyar dibe ku şert û mercên wan yên kar pir xerab in.

Zahed şofêrekî taksiyê li Göteborg ye û mecbûr e ku hemû rojên heftiyê kar bike ji bo ku bikaribe xwe xwedî bike:

”Rewş gelekî xerabtir bûye. Wextên kar pir dijwar in, bi kêmanî 12-13 saetan di rojê de. Di branşa taksiyan de gelek berdan û kêşe di navbera jin û mêran de çê dibe. Zêdeyî bîst û pênc xortên ku min ew nas dikirin, bi enfarktûsa mêjiyî, ango Stroke, mirin. Ew niha ji ber stresê nema dijîn.”

Ekot hevpeyvînê bi 100 şofêrî li Stockholm, Göteborg û Malmö li ser mercên wan yên kar çê kiriye. Nîvê wan dibêjin ku ew her carê zêdeyî 12 saetan kar dikin.

Ji wan 100 şofêran 66 dibêjin ku ew di heftiyê de şeş-heft rojan kar dikin.  

13 ji wan hemû rojên heftiyê kar dikin, û ev yek li dijî qanûnê ye.

Marcus Pettersson cîgirê sekretêrê Yekîtiya Transportê ye:

- ”Ev branş yek ji wan branşên xwedî şert û mercên kar yên herî xerab in. Ev tişt yekcar ne minasib e, hem ji aliyê însanî ve, û hem di perspektîveke demdirêj de. Heger wilo bidome, dê ev branş hilweşe. Kesên ku bihayên van şertên xerab didin, şofêrên me ne."

Piraniya şofêrên ku di lêkolînê de beşdar bûne, meaş li gor ajotinê distînin, ango tu meaşê sabit tune ku xwe bispêrinê. Şofêrên ku herî kêm pereyan derdixin, kêmî 54 kronî di saetê de, berî bacê distînin. Bi navincî, meaşê saetî yê herî kêm digihê 27 kronan.

Ji kesên ku herî kêm pereyan derdixin 9 kes biqaîde ajotinên nexweşan û servîsa belediyê dikin, wate ajotinên ku civak heqê wan dide.

Şofêr ji aliyê fîrmayên veguhastinê ve tên wezîfedarkirin ji bo ku kar ji bo şirketên cuda bikin, bo nimûne Taxi Kurir, ku Magnus Klintbäck birêvebirê giştî ye. Ew dibêje ku haya wî ji van şertên xerab li cihê karê wî tune ye.

”Haya min ji tiştekî wisa tune. Erê, şofêrtiya taksiyê tiştekî dijwar e, divê mirov herdem bikaribe here ser kar, û salek dikişîne ji bo ku mirov bikaribe taksiyê bajo. 3000 şofêrên me hene, helbet ne herkes razî ye, lê dîsan jî hejmareke mezin ji wan razî ye.

Bawer Coskun, endamê birêvebiriya şirketa Taxi Stockholm û endamê yekîtiya  taksiyan ya Swêdî ye. Ew dibêje ku ji ber ku şirketa wî di nav peymana kolektîv, ku meaş û demên karî û hwd sererast dike, de ye, li cem wan şertên wisa tune ne.

Hevpeyvîna bi Bawer re di rapora dengî de ye.