Şirketên taksiyan hîleyan li Skatteverket dikin

Di van sê salên dawiyê de, Daîreya Bacê, Skatteverket, biryar daye ku şirketên taksiyan yên cuda, dê 140 milyon kronî vegerînin ji bo daîreyê, ji ber ku wan bi meaşên reş Daîreya Bacê xapandine.

Ev yek li gor reqemên nû ku Ekot bi dest xistine.   

Lê xapandin û hîle ji wilo bi gelekî mezintir e. Yekîtiya Taksiyan ya Swêdê, Svenska Taxiförbundet hesab dike ku di salê de bi qasî milyarek kron di branşa taksiyan de hîle tên kirin.