Li hemberî Îranê xwepêşandan

1:35 min

Bi munasebeta pênc saliya îdamkirina Ferzad Kemanger û sê hevalên wî û û bûyerên dawî yên li Mahabad û rojhilatê Kurdistanê roja şemiyê li Stockholmê li hemberî îdamên Îranê xwepêşandanek tê li dar xistin.

  • 8ê gulanê în: Bi munasebeta Roja Ewrûpa – Europadagen li parlemana Swêdê heft semînerên cuda derbarê pirsên girîn yên YE hene. Çûnûhatina di nav YE de, pirsa jinê, Ukrayna û 20 salên endametiya Swêdê wê raxin ber çavan. Lêkoler, nivîskar, komîsyoner, parlamenter û siyasetvan gelek kes beşdar dibin.

  • 9ê gulanê - Roja şemiyê: Li Meydana Humlegården li Stockholmê li hemberî îdamên Îranê xwepêşandanek heye. Bi munasebeta 5 saliya îdamkirina Ferzad Kemanger û sê hevalên wî xwepêşandan wê rojê tê li dar xistin.
  • 9ê gulanê – Roja şemiyê: Li Kitêbxaneya kurdî ya Stockholmê li ser 50 saliya kurdên Swêdê semînerek tê li dar xistin. Rohat Alakom beşdar dibe. 

  • 9ê gulanê: Dalkurd li hemberî Motala dilîze.
  • 11ê gulanê - Roja duşemê: Li parlemana Swêdê bi navê ”Roja demokrasiyê” rêzek semîner li ser nifûz yan jî tesîra welatiyan têne li dar xistin.Ev semîner herwiha wê di SVT de zindî bêne weşandin.

Di salnameya Radyoya Swêdê de agahiyên berfirehtir li ser van çalakiyan peyda dibin.