Spor

Çavê Rostem di pêlewaniya dinyayê de ye

8:57 min

Rostem Akman di MMA de pêlewanê Swêdê ye û di tîrmehê de ew ji bo standina pêlewaniya cîhanî diçe Amerîka.

Nehîtekî xortan, navmilên wî pehn, stuyê wî fireh, çîpên wî stûr, zendên wî yên dirêj deqandî, riha wî reş, sînga wî bipirç derdikeve ser çembera boksê, çembera levdanê. Xortekî din yê bi qasî wî xwe berdide meydanê û ew bi kulm, pehîn, anîşk, kabok û gemşa bi hev dikevein, bê kê karîbû kê. Ew hevûdin diefirînin. 

Ji vê spora ku hema hema her cure lêdan tê de serbeste re MMA tê gotin. Navê xortê riha wî reş Rostem Akman yê bi eslê xwe ji bakurê Kurdistanê ye. Rostem pêlewaniya Swêdê standiye û niha çavê wî di standina pêlewaniya cîhanê de ye, loma di nêzîk de ew ê biçe Amerîka.

Berya heft salan Rostem dest bi MMA kiriye û bi 84 kîloyên xwe li Swêdê bûye yekem. Niha ji bo ku vê serkeftinê bigihîne asta cîhanî ew rojê du caran, sibih û êvaran antremanan dike. 

Piştî lîseyê wî navberek daye xwendinê, halê hazir ji bo debara xwe heftiyê du rojan kar dike wekî din jiyana wî gişt ev spor e.  

Ji bo ku mirov bikaribe di sporeke weke MMA de bibe yek ji kesên bijarte divê mirov biquwet, sivik û şareza be. Mirov zanibe di kîjan saniyê de milîm bi milîm lingê xwe deyne kû, kulma xwe bavêje kû û serê mirov li kû be. Yan na, bi lerizîna dengeyê re mirov dibe nêçîrek arzan. 

Ev taybetmendî gişt eger li cem Rostem kêm bana ew dê îro ne di vê astê de ba. Lê di çav û ruyê Rostem de aramiyeke ecêb bala mirov dikişîne. Ne tenê di civat û sohbetan de, wextê ku diçe ser çembera levdanê jî, livên wî giran, awirên wî ewqas nerm xuya dikin ku mirov dikare vê giraniya wî wek sistiyê bibîne û were xapandin. Li gor antrenorê Rostem, John Herrman ev aramiya derve ji hundir tê:

-Dema mirov wê tiştekî nîsan de, weke nimûne di mehkemeyekê yan dawetekê yan ciyê kar de axavtinekê pêşkêş ke, mirov normal heyecan digre, bi endîşe dibe. Lê ev heyecan, ev endîşe tu caran min li cem Rostem nedîye. Ez dibêjim ew xwedanê ruhekî pêşbirkî ye.  

Di antremanê de t-shirtekî bi wêneyê gerîlayeke Rojava li Rostem e. Gava pirs tê ser xeter, tirs, îlham û quwetê piraniya caran ew behsa berxwedanê, şervanên Kurdistanê, gerîla û pêşmergeyan dike. 

Dema ew derbasî ser maçên mezin dibe jî tercîha wî ew e ku piştgirên wî dengê muzîka marş û stranên kurdî jê re bilind bikin.

Herçend Rostem li Swêd çêbûye jî dînemêriya nisêbînî pê re xurt e û ji bo ku di MMA de bibe kesê herî jêhatî û yekemînê cîhanê ew ê di tîrmehê de xwe berde meydana pêlewanan ya li Las Vegas ya Amerîka.