Tahdeyên cinsî têr nayên cezakirin

Hejmara haletên tahdeya cinsî ku tên çareserkirin hîn jî pir kêm e. tenê ji 5 haletan yek halet dibe doz yan jî yekser cezakirin.

Ev agahî li gor raporeke nû ji aliyê weqfeya Swêdeke ewletir, Stiftelsen Tryggare Sverige.  

Weqfeya ku hejmar ber bi hev danîn, niha ji hikûmetê dixwaze ku komîsyoneke pisoran ya bêalî bide destpêkirin, ji bo ku bêhtir sûc werin cezakirin.

Rêjeya herî mezin ji sûcan ku dihêlin sûcdar werin cezakirin li herêmên Södermanland û Västernorrland in. Li wir ji 100î 41 sûc têne çarekirin. Û rêjeya herî kêm li herêma Västerbotten e, ku li wir tenê 9% ji sûcên gilîkirî têne çarekirin.