Swêd protesto li dijî Îsraîlê dike

Swêdê sekinandina Îsraîlê bo keştiya Ship To Gaza protesto dike. Li ser wê keştiyê 18 kes hebûne û 5 ji wan swêdî ne.

Êvara duşembê keştiya ”Marianne av Göteborg” ji aliyê leşkerên avê yên Îsraîlê ve hate sekinandin. Li gorî rêkxistinê, armanca keştiyê ew bû, ku dawî li ambargoya li ser Gazayê bînin, û derman bigihînin xelkê Gazayê. Ji aliyekî din ve hin deng hene ku dibêjin ku tu alavên alîkariyê li ser wê keştiyê tune bûne.

Li gorî hêzên leşkerî yên Îsraîlê, wan gelek caran ji keştiyê xwestiye ku berê xwe biguhere.

Niha jî Swêdê giliyê midaxeleya Îsraîlë kiriye, ji ber ku ew midaxele li gor wezareta derve ya Swêdê li ser ava navnetewî qewimiye. Veronica Nordlund ji wezareta derve ya Swêdê dibêje ku li ser ava navnetewî, li gor alaya ku li ser keştiyê tê dîtin, tenê mafê welatê xwediyê wê alayê heye ku keştiyê bisekinînin.