Lisa Holm:

Gumanjêkirek tê berdan

Ji wan herdu birayên ku bi gumana kuştina Lisa Holm ya 17-salî hatibûn girtin, yê biçûk niha ji binçavkirinê azad e.

Yê herî mezin ji wan hîn jî binçavkirî ye, li go Dadgeha Destpêkî ya Skaraborg.

Berî 2 heftiyan bû ku ev herdu bira, yê biçûk 31 salî û yê mezin 35 salî, bi gumana kuştina Lisa Holm hatin girtin.

Niha serdozgerê cîgir Lars-Göran Wennerholm ku ew biryara binçavkirina zilamê 31-salî bi dawî tîne. Lê ji gotinê wî ne xuya ye ka hîn guman jê tên kirin yan na.

Wennerholm xwestiye ku wextê dozê ji bo yên 35-salî were dirêjkirin, ji ber ku di dema lêkolînê de gumanên li dijî wî xurttir bûne. Ev tê wateya ku ya muhtemel ew e, ku dê binçavkirina wî îro were dirêjkirin.