Înternet li welatên YE dibe belaş!

0:48 min

Kesên ku di nava welatên Yekîtiya Ewrûpî de diçin û tên, nema hewce ye ku ji bihayên internetê li ser mobîlê bitirsin.

Ji meha 4an ya sala bê ve, dê bihayê telefon, sms û înternetê li welatên din yên Yekîtiya Ewrûpî gelekî erzantir bibe. Û ji 15ê meha 6an ya 2017an ve, dê ev biha yekcar werin hilanîn.

Ev peymana rakirina bihayan wext stand heta ku hate bicîkirin.

Wekî din dê Yekîtiya Ewrûpî ji 30ê meha 4an ya sala bê ve wekheviya internetê pêk bîne. Ev tişt tê wateya ku xurtbûna înternetê dê ji aliyê hemû teslîmkirên înternetê wek hev be. Ango ev şirketên teslîmkir dê nikarin xurtbûna trafîkê bo malperên şirketên taybet zêdetir bikin.