
Penaberan 900 milyar kron dane Swêdê
Dema piştî şerê cîhanî yê duyem, kesên ji derveyî Swêdê ji dayik bûne, li Swêdê kar kirine û bac dane, bi navincî 65 milyar kron di salê de li xezîneya Swêdê zêde kirine.
Raporeke nû ji aliyê bîrsaziya Arena Idé ve hatiye der, van agahiyan tîne pêş.
Heger ne ji penaber, koçber û biyaniya bûya, dê miletê Swêdê bi qasî 2.5 milyon kes kêmtir bûna, û aborî dê bi qasî ji pêncan yekîneyek biçûktir bûya. Ev agahî jî di rapora Arena Idé de tê piştrastkirin. Ev rapor biha, mesref û hatiniyên penaberiyê ji sala 1950 ve û bi vir de hesab kirine û encam ew bû ku Swêdê 900 milyar kron ji penaberiyê qezenc kirine.
Hîn jî kesên ji derveyî Swêdê çê bûne, mesrefên xwe bi xwe diqedînin û bi ser de jî hin qezencan didin xezîneya Swêdê. Sedem ew e, ku salmezinên biyanî ne bi qasî yên swêdî mesrefê dikin, û rêjeya biyaniyên ku di temenê kar de ne, ji rêjeya kesên li Swêdê çê bûne, bêhtir e.
Ji ber vê yekê, tevî ku rêjeya kar di nav biyaniyan de nizim e, lê ev kes dikarin mesrefên xwe bidin, bêhtir ji kesên ku li hundirê Swêdê çê bûne, li gorî nivîskarên raporê.
Nivîskarên raporê herweha dibêjin ku hemû formên koçê gerek weke qezenckirineke aborî were dîtin.