Morgan Johansson:

Rewşa penaberên kar gerek baştir bibe!

Ji bo ku koçberên kar neyên bikaranîn, tedbîrên dijwartir pêwîst e werin standin.

Ev nerîna wezîrê koç û dadê Morgan Johansson ji partiya Sosyaldemokratan e.

Gelek koçberên ku tên Swêdê ji bo ku kar bikin, ji aliyê kardêran ve tên bikaranîn, bo nimûne bi rêya meaşên kêmtir, atmosfereke kar ya xerab û rojên dirêj li kar. Ev kêşeyeke mezin e, li gor Morgan Johansson, ku radigehîne ku derbarê vê kêşeyê lêkolînek dê were destpêkirin.  

Şertdanîna li ser kardêran ku peymanên hiqûqî û girêder imze bikin, û kontrolkirineke dijwartir li ser kardêran 2 ji pêşniyazên wezîrî ne ku komîteya lêkolînê gerek li ser kar bike.