Şirketên mezin kar didin biyaniyan

Şirketên mezin dixwazin bêhtir kesên ji derveyê Swêdê ji dayik bûne, li cem xwe wezîfedar bikin.

Di nivîseke minaqeşeyê di rojnameya Dagens Industri de, birêvebirên 9 ji şirketên herî mezin yên Swêdê dinivîsînin ku karê ku heta îro hatiye kirin, ne bes e.

Ji nav kesên perwerdekirî ku ji derveyî Swêdê ji dayik bûne, tenê ji 10 kesan 6 kes bi tiştekî elaqetdarê perwerdeya xwe re kar dikin, tevî ku pêwîstiya Swêdê bi kesên xwedî perwerdeyeke bilind mezin e. Wextê veguhestina dîplomeyên biyaniyan wextekî gelekî dirêj distîne, û wextê wezîfedarkirinê, zêde giranî li ser zimên tê danîn, li gorî nivîskaran.  

Ev birêvebir ji bo wilo dê niha cihên praktîk yan jî perwerdeya taybet bidin kesên biyanî yên pispor. Ew dibêjin ku ya herî girîng kompetensa kar e. Ziman paşê bi kar re xurttir dibe, li gor wan.