Ji ber tatîlê cih li nexweşxaneyan kêm dibin

3:07 min

Nêzîkî hezar û sed cihên tenduristiyê yên li Stockholmê, ango ji sê beşan beşekê cihên tenduristiyê vêga girtî ne. 

Sedema vê yekê tatîla havînê ye. Jixwe ji aliyê personel ve kêmasiyeke mezin di xizmeta tenduristiyê de heye û dema ku ev kêmasî bi tatîla havînê ve digehe hev rewş xerabtir dibe.

Serdoktara meclîsa parêzgeha Stockholmê Anna Nergårdh diyar dike ku  germa zêde ya heftiya buhurî jî tesîr li kêmasiya cihên tedawiyê  kiriye. Ew dibêje dema ku hewa wiha germ dibe hejmara kesên ku  tedawiya acil ji wan re lazim e zêde dibe û ev jî barê personel girantir dike.

Jixwe nebûna personelê tenduristiyê li seranserê welêt kêmasiyeke mezin e. Lê dema tatîla havînê jî bi ser de tê ev kêmasî mezintir dibe.

Ji ber vê rewşê gelek nexweşxaneyên li Stockholmê ji kapasîteya xwe zêdetir nexweşan digirin û personelê heyî bi nexweşan ve nagihin. Vêga ji bo ku ev kêşe piçekî were sivik kirin nexweşxane hewl didin da ku toreke hevkariyê di navbera xwe de çê bikin.

Bo mînak Nexweşxaneya Karolinskayê û klînîka Remeoyê hewl didin ji bo nexweşên ku pêdiviya wan bi tedawiya întensîv û demdirêj heye hevkariyê bikin da ku ev nexweş xizmeta lazim bistînin. 

Bi taybetî vêga li Karolinskayê rewş gelekî dijwar e. Nûnerê Yekîtiya personelê tenduristiyê yê li vê nexweşxaneyê dibêje vê çarşemê cihên li nexweşxaneyê ji sedî 107 dagirtî bûn, ango nexweşxaneyê ji kapasîteya xwe zêdetir nexweş wergirtine. Ew dibêje nêzîkî 40 nexweşan jî li korîdorên nexweşxaneyê û li resepsiyonên hemşîreyan xizmeta lazim standine.

Bi qasî ku sezona tatîlê nû dest pê kiriye ev rewşa dijwar a kêmasiya personel li Nexweşxaneya Södersjukhusetê jî tê dîtin. Li vir jî ji 7 cihan cihek ji ber tatîla personel hatiye girtin. Li nexweşxaneyeka din a mezin a Stockholmê, li Danderydê jî rewş ne cuda ye.

Herî zêde beşên ortopedî, zayîn û bijîşkiya giştî ji vê rewşê tesîrê dibînin. Lê hin beşên ku ji aliyê personel ve baştir bûne jî hene. Li gorî  agahiyên ku Anna Nergårdh dide beşê tedawiya temendirêjan ango geriyatrî ji berî niha baştir bûye.

Anna Nergårdh dibêje rast e, cihên tedawiya temendirêjan ên li Stockholmê ji par zêdetir in. Ew diyar dike ku plankirina sezona havînê hem li Stockholmê hem jî li deverên din ên welêt gelekî dijwar derbas dibe û loma ew hewl didin berî havînê vê pêk bînin û peyre bişopînin ka rewş çawa derbas dibe.