
Parêzgeh bi bonûsan li hemşîre û doktoran digerin
Kêmasiya personelê tenduristiyê dike ku meclîsên parêzgehan li çareseriyên nû ji bo peydakirina personel digerin.
Yek ji van çareseriyan bonûsên peydakirina personel e. Eger personelê xizmeta tenduristiyê karkerekî nû yê tenduristiyê peyda bike dikare bi hezaran kronan weke bonûs werbigire.
Li Dalarna eger karkerek hemşîreyeke psîkyatriyê peyda bike û ev hemşîre were qebûl kirin karker dikare 20 hezar kronan weke bonûs werbigire.
Şefê beşa psîkyatriyê yê Dalarnayê Per Söderberg dibêje armanca me ew bû ku em hemşîreyên ku ji Dalarnayê bar kirine Norwecê û cihên din ên welêt bi paş ve bikişînin. Ew diyar dike ku hemşîreyên ku elaqeya wan li ser psîkyatriya hiqûqî heye ji wan re lazim in û loma wan çareseriyeke wiha dîtiye.
Ji ber kêmasiya hemşîreyên psîkyatriya hiqûqî ya li nexweşxaneya Säterê Meclîsa Parêzgeha Dalarnayê zivistana buhurî dest bi dana bonûsên wiha kiriye û heta niha bi vê rêyê 13 hemşîre ji bo Nexweşxaneya Säterê hatine dîtin.
Per Söderberg dibêje em îro dibînin ku tu taybetmendiya modela tewsiyekirina personel û alîkariya destpêk û barkirinê nîne, lê zêdekirina meaş a bi 8 hezar kronî tesîreke baş li peydakirina personel kiriye.
Lêkolîna beşê nûçeyan ê Radyoya Swêdê Ekotê nîşan dide ku kêmasiya hemşîre û doktoran kiriye ku gelek parêzgehan dest bi dana bonûsên cuda kiriye.
Li Uppsala, Dalarna û Västra Götalandê eger karkerek hemşîre yan jî doktorekî baş peyda bike û ew were qebûl kirin karker dikare ji 10 hezaran heta 20 hezaran bonûsan werbigire.
Lê herwiha bonûsên weke alîkariya barkirinê jî têne dîtin û li hin cihan eger karkerê nû 2 salan kar bike meaşekî ekstra distîne. Per Söderberg dibêje ew van bonûsan bi dîqet bi kar tînin û heta niha wan tenê li dora 10 caran bonûs dane.
Li parêzgeha cîranê Dalarnayê, li Värmlandê tu bonûsên wiha nayêne dan, lê midûrê alîkar ê parêzgehê Harald Ludviksen diyar dike ku heta niha wan nedîtiye ku personel ji Värmlandê çûye Dalarnayê.
Ew dibêje bi sîstema bonûsê personelê ku ji xwe li wê herêmê heye tê girtin û ev dike ku ji dêlva hejmara personelê branşa tenduristiyê were zêde kirin ve personelê heyî di navbera beşên cuda de têne guhertin.