Muzakereyên bi Îranê re bi lihevhatin qediyan

Muzakereyên li ser bernameya nukleerî ya Îranê bi lihevhatin qediyan û di nava rojê de hûrgiliyên lihevhatinê dê bêne eşkere kirin.

Ev demeke dirêj bû di navbera li aliyêkî Îran û aliyê din Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Brîtanya, Rûsya, Ҫîn, Fransa, Almanya de muzakere berdewam bûn. 

Peyman bi kurtî tê wê wateyê ku Îran rê bide çavdêrên navneteweyî ku bernemaya nukleerî bişopînin û ew vê hêza nukleerî kêm bike. Ji berdêlê embargoya li ser Îranê dê were sist kirin. Tê ragihandin ku embargoya sîlehan piştî pênc salan dê were hilanîn.

Derheqê peymanê de kî çi dibêje?

Profesorê zanista siyasetê li Zanîngeha Parastinê Jan Hallenberg (TT):
– Ji bo dîplomasiyê ev gaveke pêş de ye. Di vê dema ku gelek qeyranên navneteweyî yên dijwar hene; Sûrî, Daiş, Yûnanîstan û Ukrayna ev gaveke erênî ye. Lihevhatineke serkeftî nimûneyeke deradetî ye bê çawa mirov dikare qeyranên navneteweyî bi danûstandinên dîplomatîk hal bike. 

Serokê Partiya Çep (Vänsterpartiet) Jonas Sjöstedt (Twitter):
– Xeberên xweş ji hevdîtinên Viyana yên derheqê bernameya nukleerî ya Îranê û sistkirina tedbîrên cezakirinê tê. Ev ji bo pêşveçûna li herêmê dikare roleke mezin bibîne. 

Wezîrê Derve yê berê Carl Bildt (Twitter):
– Belê, di ser qesra Coburg ya Viyana re dûmaneke spî bilind dibe. Bêguman ev destkeftina herî girîng ya van salên dawî ye.

”Pêşeroj wê diyar bike bê peymana Îranê serkeftine yan na. Hilanîna embargoya sîleyan piştî 5 salan wê herêmê aram neke”. Parlamenterê Partiya Gel (Folkpartiet) Fredrik Malm.