PENABERÎ

Zarokên penaber bi zora qanûnan li şaredariyan têne bi cih kirin

4:20 min

Hejmara zarokên penaber ên bitenê ku têne Swêdê bi awayekî ecêb zêde dibe. Loma Daîreya Koçê, Migrationsverket, dixwaze qanûnan bi kar bîne da ku van zarokên penaber bi zorê bi hemû şaredariyan bide qebûl kirin. 

Mikael Ribbenvik wekîlê rêveberê giştî yê Daîreya Koçê ye. Ew dibêje ew mecbûr dimînin ku ji bo bicihkirina van zarokan qanûnan bi kar bînin.

Mikael Ribbenvik dibêje dema me ev qanûn danî, me bawer nedikir ku em ê vê carinan bi kar bînin. Ew diyar dike ku ev cara pêşîn e ew ê vê qanûnê bi kar bînin û balê dikişîne ser zêdebûna zarokên penaber ên ku li Swêd, Ewropa û cîhanê digerin. Ribbenvik diyar dike ku loma ne tenê Swêd lê gelek welatên din jî hejmareke mezin a penaberên zarok werdigirin.

Swêdê tu caran bi qasî vêga zarok û ciwanên penaber ên ku bi tena serê xwe tên wernegirtibû. Di 6 mehên pêşîn ên vê sala 2015’an de 4 hezar û 544 zarokên bitenê ji bo starekê xwe gihandine Swêdê. Tê dîtin ku li gorî par vî çaxî ev hejmar nêzîkî du qatan zêde bûye.

Ji ber vê zêdebûnê pêdiviya cihên acil ên ji bo van zarok û ciwanan jî mezin bûye. Cihên ku hin şaredariyan ji bo zarokên penaber ên bitenê veqetandine têrê nakin. Loma Daîreya Koçê biryar daye ku ew ê tedbîrên nû bigirin da ku bi zorê jî be hemû şaredariyên welêt vê hejmara mezin a zarok û ciwanên penaber li cem xwe bi cih bikin. 

Mikael Ribbenvik ji beşê nûçeyan ê kanala SVT’ê re piştrast dike ku daîre yê vê heftiyê dest bi tedbîrên nû yên ji bo çareserkirina vê kêşeyê bigire.

Ribbenvik dibêje vêga hemû şaredarî dê zêdetir zarokên penaber bi cih bikin. Heta pê şaredariyên ku peyman îmza kirine, yên ku cihên li cem xwe dagirtine û yên ku zarok li cem naskiriyên wan bi cih kirine dê zêdetir zarokan bi cih bikin.

Li aliyê din wezîra bazara karî Ylva Johansson a sosyaldemokrat jî li ser kêşeya wergirtina penaberan bi giştî îro di rojnameya Dagens Nyheterê de nivîsekê diweşîne. Johansson di nivîsê de plana çareseriya kêşeya wergirtina penaberan a hikûmetê pêşkêş dike û ji bo ku wergirtin û bicihkirina penaberan ji bo welêt ragirbar be li ser sisê xalan disekine: ango peydakirina xaniyên ji bo penaberan, pêşvebirina hînkirina zimanê swêdî û peydakirina şixul.

Ylva Johansson jî diyar dike ku divê xaniyan nû werine avakirin û hemû şaredariyên welêt penaberan li cem xwe bi cih bikin da ku kêşeya peydakirina xaniyên were çareser kirin.

Ew balê dikişîne ser girîngiya hînbûna zimanê swêdî û dibêje hikûmet ê xebatên gelekî mezin bimeşîne da ku penaber zû û bi awayekî baş hînî zimên bibin. Divê çarçoveyê de hê di qonaxa penxwaziyê de li kampê penaxwaz ê karibin dest bi hînbûna swêdî bikin.

Ji bo penaber ji heqî xwe derkevin û feydeyê bidine welêt peydakirina kar gelekî girîng e, û Ylva Johansson dibêje ew ê xebatên xwe yên bi kardêr û sendîkayan re bi pêş ve bixin da ku branşên ku karker ji wan re lazim in ji penaberan re weke îmkanekê werine bi kar anîn.

Ji ber şerên li cîhanê hejmara penaberan bi giştî gelekî zêde bûye û ev tesîrê li hejmara penaberên zarok jî dike. Di destpêka meha 7’an de Daîreya Koçê texmînek li ser hejmara penaberên zarok ên bitenê ku dê xwe bigihênine Swêdê kiribû. Li gorî texmînê îsal di navbera 8 û 12 hezar zarok ên penaber ê bitenê dê werine Swêdê.

Gelek şaredarî diyar dikin ku ew hew karin ji heqî bicihkirina penaberên zarok derkevin. Lê  Mikael Ribbenvik dibêje divê şaredarî fêm bikin ku ew mecbûr in li gorî peymanên pêkhatî van zarokan bi cih bikin. Ew diyar dike ku ew îstisnayê ji bo hin şaredariyan bikin wê demê divê şaredariyên din barê wan hilgirin û ev jî nabe.