
Swêd jî di nav de 17 dewletan operasyoneke hevbeş kirin
Di operasyoneke navneteweyî de polîsê swêdî digel 17 dewletên din avêtine ser çendîn cihan û foruma internetî ya hackkirin û belavkirina vîrusê Darkode girtin. Di serdegirtina ku ji aliyê FBI ve dihate birêvebirin de zêdetir ji 60 kesî hatine girtin.
Polîsê swêdî di operasyonê de avêtine ser mala zilamekî li rojavayê Swêdê. Polîs jêpirsîna wî girtiye û derbarê wî de pêşlêpirsînek daye dest pê kirin.
Polîsê îstixbarata amerîkî FBI serdegirtina hevbeş mîna operasyona herî mezin ya li hemberî sûcên teknolojiya ragihandinê bi nav dike.