Rojavayê Kurdistanê

Hêviya nû ya sosyalîstên ewrûpî rojavayê Kurdistanê ye

8:43 min

Çepên Swêd û cîhanê baldariyeke taybet ji bo Rojavayê Kurdistanê nîşan didin. Hinek wek şervan tevî YPG dibin hinek jî bi çalakiyên sivîl alîkariyê dikin.

Ya ku bala wan dikişîne çi ye? Û çi hêvî û bendewariyên wan ji Rojava hene? Hevpeyvîn bi du sosyalîstên swêdî re.

Filip û Sten du swêdiyên temenê wan navbera 25-30 salî ye. Bi şerê Kobanî re wan biryar dane ku ji bo rojavayê Kurdistanê bi awayekî çalak kar bikin û grûbeke alîkariyê ya bi navê Komîteyên Rojava ava kirine. Filip rojnamevanî qedandiye û Sten muzîkjen û xwendekar e. 

Şerê Sûriyê zûde derbasî asteke navneteweyî bûye. Ne tenê bi desttêwerdana dewletên derve, herwiha bi kesên ku di eniya şer de jî ne ew bûye meydaneke navneteweyî, meydana şerekî navbera nirx, fikir û siyasetên cuda. Tê zanîn ku di nav Daişê de bi hezaran, belkî dehhezaran kesên ne Sûriyeyî hene ku şer dikin, dikujin û têne kuştin. Îdolojiya ku wan girê dide xeyala xelîfeteke şerîet ya islama sunî ye. 

Li aliyê din di nav YPGê de jî behsa tabûrên şervanên biyanî yên navneteweyî tê kirin û li gor agahiyên ji Rojava tên, hin swêdî jî di nav de hejmara wan derdorê 500 kesî ye. Ev şervanên biyanî yên ku li kêleka şervanên kurd cî digrin di torên civakî de jî pir çalak in.

Ji bilî kesên ku diçine nav eniya şer gelek kes jî bi awayekî çalak hewl didin bi şêweyên cuda alîkariyê bigihînine Rojava. Bi taybetî çep û sosyalîstên ewrûpî pêşveçûnên li wira bi baldariyeke mezin dişopînin, hêvî û bendewariyên wan yên mezin ji rojavayê Kurdistanê hene.

Filip û Sten jî xwe wek çepgir didine nasandin û dibêjin baldariya wan ya ji bo Rojava îdolojîk e.

- Ji aliyê min ve, dibêje Sten, baldarî ji bingeha sosyalîst tê. Em Rojava weke projeyeke civakî ya sosyalîst dibînin. Ev ji bo me balkêş e. Em dixwazin hem alîkariyê bidin hem jî meyzênin bê em dikarin çi ji wira fêr bibin û werînin Swêdê. Di birêvebiriya Rojava de perspektîveke ku ne aborî, ne pere lê mirov ya herî girîng e heye. Fikrekî ku bi awayekî din li pêwistiyên insên û civakê dinêre tê ditin.

Filip jî dibêje:

- Bi şerê Kobanî re min gelek agahî li ser Rojava xwendin, da ku fam bikim bê ew çi difikirin, çawa kar dikin. Û di vê lêgerînê de min ji xwe re got ’pek’. Ez li civakek wiha digerim û dixwazim li Swêdê jî ji bo hedefeke wiha kar bikim. Wek nimûne ewa ku hêz ji xelkê tê,meclîsên gelî têne ava kirin, ku şertên jiyanê ne ji aliyê bazarê ve tê tayîn kirin. Ev bala min pir dikişîne û kêfa min jê re tê.

Baldariyê kiriye ku ji serê salê ve wan grûpeke bi navê Komîteyên Rojava (Rojavakommitterna) ava kirine. Amanc bi komîteyan ew e ku projeyên cuda bi rê ve bibe. Berya niha wan cil û pêlav şandine. Niha di rojeva wan de avakirina dibistanekê, studyoyeke muzîkê, avakirina parkên lîstikê yên zarokan û şandina erebeyên agirkuj, îtfaiyê heye. 

Endamên grûpê diçine Kurdistanê û tên. Filip bi xwe serê salê çûye nav penaberên li Surucê û biharê ew çûye Kobanî. Wî teza xwe ya perwerdeya rojnamevaniyê jî li ser jinûveavakirina Kobaniya wêran nivîsandiye. 

Yê ku em jê re dibêjin Sten jî ji ber ku di nêzîk de wê biçe Rojava naxwaze em navê wî yê rastî bidin, da ku di çûnûhatinê de tu serêşî jê re dernekevin. 

Belê, di çûnûhatina rojavayê Kurdistanê de hin serêşî dikarin derkevin. Li wira şerek heye û xeterên ewlekariyê hene. Swêdî kurdî nizanin û ji bilî nûçeyên rojane zanyariyên hûrgilî yên li ser Rojava kêm in. Kêmasiyeke din li gor Sten û Filip li cem tevgera kurd ya li Swêdê tê ditin: 

- Tevgera kurd ya li Swêdê ku alîkariyê dide rojavayê Kurdistanê hêj ji asta hişyarkirinê derbasî asta rêxistinkirina çalakvanan derneketiye. Hevkariya bi rêxistinên mîna Parastina Zarokan, Amnesty, partiyên siyasî re tiştek e û ya bi sosyalîstekî çalak re tiştekî din e.

Filip û Sten jî mîna gelek ewrûpiyên ku ji bo Rojava têdikoşin diyar dikin ku dilsojiya wan ya bi rojavayê Kurdistanê re ji îdolojiya wan ya sosyalîst tê. Wextekî sosyalîstên cîhanê berê xwe didane Vîetnam û Kubayê. Lewra ez dipirsim bê gelo Rojava bûye qibleya nû ya sosyalîstan? Filip û Sten dibeşişin û dibêjin:

- Hêviya Ewrûpa ya pêşerojê nemezin e. Tim krîz hene, bêkarî heye û di rewşên wiha de mirov li nimûneyan digere. Civakek, projeyek ku hêja be mirov ji bo wê têbikoşe lazim e û di vir de Rojava nimûneyeke bêhempa ye. Li aliyê din li hemberî nijadperestiya li herêmê bilind dibe ew rêyeke nû ye. Pêwistiya tevgera çep ya Swêd û cîhanê bi fikrên nû, bi çirûskek nû heye. Û bi me em dikarin îlhama xwe ji Rojava bigrin. 

Ev xortên ku qibleya wan dibe Rojava çep in, sosyalîst in. Dijminê sereke yê sosyalîzmê Amerîka tê dîtin û Amerîka îro destekê dide parastina Rojava. Gelo ev nabe nakokiyeke mezin?

Halê hazir, nexêr. Li gor wan Amerîka niha tenê li hemberî Daişê piştgiriyê dide Rojava. Sibe, dusibe gava Daiş ji holê rabû ev destek dikare were birîn. Lê ew dibêjin "ya me sosyalîstan, dilsojiya me me digihîne hev û loma projeya komîteyên Rojava demdirêj e".