ABORÎ

Remezan û cejn jî tesîrê bazara Swêdê dike

4:08 min

Doh roja dawîn ya heyva rojiyê bû. Û îro cejna ramazanê ye. Vê meha rojiyê bi taybetî li firoşgehên şerqî hereketek tê dîtin. Li Rynkeby li Stockholmê firoşgehan refên xwe ji bo mişteriyan dagirtine. 

Jibril Abdi Mohamud somalyayî li vir danûstandina cejnê dike. Ew dibêje ez û malbata xwe hatine vir danûstandina cejna remezanê bikin. Bala wî dikişîne ku gelek welatiyên wî li Rinkeby ne û ew jî haziriyên cejnê dikin. Ew diyar dike ku ji xwarinê bigire heta şekirê cejnê û cil û berg ew her tiştê xwe ji vir dikirin.

Bi qasî ku di heyva remezanê de misilman rojiyê digirin dîsa jî danûstandina berhemên xwarinê zêde dibe. Markus Friberg li rêxistina bazirganan Svensk Handelê berpirsiyarê çapemeniyê ye. Ew diyar dike ku gelek firoşgehan ev zêdebûna danûstandina heyva rojiyê ferq kirine û berhemên li firoşgehên xwe li gora vê eyar dikin.

Markus friberg dibêje hejmareke mezin a mirovan li Swêdê vê heyv û cejnê pîroz dikin. Ji ber ku li bazaran mirov hewl dide da ku daxwazên mişteriyên xwe bi cih bîne rojên pîroz û cejnan firoşgeh berhemên xwe li gora van eyar dikin. Di remezanê de jî haya forişgehan ji vê edet û cejna îslamî heye.

Khadija Abukar xwediyê dikana ku Jibril Abdi lê danûstandinê dike ye. Ew dibêje ev dema herî baş a salê ye.

Khadija Abukar dibêje mişteriyên me  ber bi cejnê ve zêdetir danûstandinê dikin. Ew gelek cil û bergên gelêrî yên weke abaya ji bo jinan û xemîs ji bo mêran dikirin da ku roja cejnê li xwe bikin. Khadija dibêje ji ber ku danûstandin zêde dibe divê haya me ji mişteriyên me hebe. Vî çaxê sala em bihayê berhemên xwe çêtir dikin û herwiha erzaniyê jî di hin berheman de dikin.

Weke ku Markus Friberg diyar kir ji xeynî firoşgehên şerqî herwiha hin firoşgehên mezin ên swêdî jî hay ji meha rojiyê û cejnê hene. Firoşgeha berhemên xwarinê ya mezin Willysê li ser heyva rememzanê di malpera xwe de nivîsek weşandiye. Tê de tê diyar kirin ku haya wan jê heye ku li Swêdê gelek mirov vê  heyv û cejnê pîroz dikin û ew firoşgehên xwe li gorî pêdiviyên mişteriyên xwe yên misilman amade dikin.

Ew herwiha lîsteyeke 5 berhemên xwarinê ku vê mehê herî zêde têne firotin jî parve dikin ku ji xurme, birinc,  goştê berxan, rûn û goştê mirîşkan pêk tê.

Lê vê mehê sedema zêdebûna danûstandina xwarinê ne tenê ji ber heyv û cejna remezanê bû. Îsal destpêka remezanê û cejna swêdî midsommar gihane hev û Markus Friberg dibêje vê jî tesîr li zêdebûna danûstandinê  kiriye.

Ew dibêje eger em texmîn bikin ku cîroya remezanê milyarek û nîv e, di heftiya midsommarê de bi 6,1 milyar kronî firotin pêk hatiye. Ew diyar dike ku ferqeke mezin di navbera danûstandina remezan û mîdsommarê de heye û ev jî bêguman ji ber wê ye ku cejna midsommarê li Swêdê ji remezanê gelekî berfirehtir û mezintir e.