22 salî : ”Min zanîbû şaşiyek çê bûye”

1:55 min

Ew xortê 22 salî ku bi amadekirina tawaneke teroristî gumanbar bû nuha serbest bûye û gumnên li ser wî hebûn êdî nemane. Nuha ew bi xwe behsa hest û fikrên xwe derbarê tiştê bi serê wî de hatiye dike.

Dema beşê nûçeyên radyoya Swêdê, Ekot, bi Moder Mothanna Magid yê 22 salî re hevpeyivîn çê kir got ku:

-Ez yekcar neditirsiyam. Ez ji nexweşxaneyê vegeriyabûm bi hevalekî re ku ji min re tercumanî kir. Piştî wê em çûn ber çemekî, em gelek caran diçin wê derê ji ber gelekî xweş e. Me bi berfê dilîst dema çend polîs hatin û bi me re ser cew û hewa bi giştî axivîn.

Ew bi şaşî bi amadekirina tawaneke teroristî li Swêdê hate gumanbarkirin û nav û wêneyê wî di temamê Swêdê de belav bû. Ew nuha li Boliden vergeriyaye û derbarê awayê muamela polîs bi wî re wisa dibêje:

-Bi min re baş bûn û di dema jêpirsînê di destpêka wê de piçekî nearam bûm, lê min di dilê xwe de zanîbû min tiştek nekiriye û min xwe qane dikir ku ezê zû serbest bibim.

Polîs jê pirsîn eger dixwaze li devereke din bijî û ku belkî bi vî awayî jî jiyaneke ewletir bijî, lê Moder Mothanna Magid dibêje min tenê heval li Boliden hene û bi xwe natirsim ji ber ewleyîya xwe.

Derbarê pirsa bê îro rewşa wî çawa ye, wisa bersiv dide:

-Ez baş im û li ba çend hevalan dijîm ta xaniyê min amade bibe. Lê ezê jiyaneke nû li Boliden dest pê bikim. Ezê ahangeke biçûk roja şemîyê çê bikim û wê çaxê xelkê Boliden û hevalên xwe daweyî xwarina erebî dikim.