Zêdeyî nîvê betalan li Swêdê xerîb in

6:45 min

Li gor hejmarên nû ji Daîreya Karî, Arbetsförmedlingen, di meha adarê de rêjeya betalan di nav kesên ji derveyî Ewropayê ji dayik bûne, zêde bû, û di nav kesên li Swêdê çê bûne kêmtir bû.

Di meha adarê de, hejmara kesênli derve ji dayik bûne, zêdeyî nîvê hejmara betalan a giştî li Swêdê bû, 188 000ji eslê 372 000 betalan. Li gor Daîreya Karî, Arbetsförmedlingen, yek jisedemên herî mezin ew e, ku herdem kesên nû tên Swêdê û weke betal tên qeydkirin.

Lê ji nav xerîbên bêkar, ne tenê kesên nû hatine, hene. Erdelan ê 32 salî berî 7 salan hate Swêdê, û niha bêkar e.

Wî ji ber zehmetiya dîtina kar xwaringeh (restaurangek) li deverekê di navbera Uppsala û Tierpê kirî. Lê ji ber êrîş û tahdeyên ku li dijî xwaringehê hatin kirin, wî xwaringeh firot û niha dîsan bêkar e.

 

Di rapora dengî de Erdelan behsa xwe dike.