Firarekî navnetewî li Arlandayê hate girtin

0:46 min

Polîsên balefirgeha Arlandayê firarekî navnetewî ku polîsên almanî, bi gumana ku wî tawanên terorîstî kirine, di pey wî de bûn, girt.

Ew îro saet 8:30ê sibehî li termînala 5a hate girtin dema ku bagaja xwe teslîm kir. Guman hene ku wî zilamî tawanên terorîstî kiribin. Dezgeha dozgeran dibêje ku ew guman pêwendiya wê bi êrîşên Brukselê û Parîsê re tune ne, û tu pêwendiya wî bi Swêdê re jî tune ne. Zilamê ku 1980î ji dayik bûye, di kontrola pasportê de hate girtin. Ev du sal in ku Almanya di pey wî de ye. Dezgeha dozgeran naxwaze eşkere bike bê ew hevwelatiyê kîjan welatî ye, û li gor agahiyên ji êvarenameya Aftonbladetê, berê wî zilamî bi Tirkiyeyê ve bû.