Zêdebûna niştecihên Swêdê ecêb mezin e

1:37 min

Di 2017an de dê hejmara niştecihênSwêdê 10 milyonan derbas bike, û di 2060î de ew hejmar dikare bigihîje 12.9milyon.

Ev hejmar di pêşbîniyekê ji aliyê Buroya Navendî ya Statîstîkê ve tê xuyakirin. Lena Lundkvist weke demograf li buroyê kar dike:

- Ev zêdebûna di salên pêşiya me de, tenê çend salên 1800î zêdebûneke mezintir ji ya niha çê bû.

Bêhtir zarok çê dibin, temenê xelkê dirêjtir dibe û hejmara penaberan gelektir e, ev sedemên herî mezin in ku hejmara niştecihên Swêdê di salê de dê bi qasî 150 000 kesî zêdetir bibe, û heta 2060î dikare 13 milyon kesî derbas bike.

Li gor pêşbîniyên berê yên buroyê, gerek sînorê 10 milyonan îsal bihata derbaskirin, lê xuya dike ku ev hejmar dê di 2017an de were temamkirin. Li gor texmînan, dora li Daîreya Koçê, Migrationsverket, heta ku li daxwaznameyên penaberiyê dinerin û biryarê didin, ew dor pir dirêj e, û gelek li hêviya îqametê dimînin.

Wekî din, sala çû, ji bo cara yekem, hejmara zilaman li Swêdê ji jinan bêhtir bû, û xuya dike ku ew meyl, ji ber hatina penaberan, dê berdewam bike, li gor Lena Lundkvist:

- Ev çend salên dawiyê piraniya penaberên ku hatine Swêdê zilam bûne, û di çend salên pêşiya me de dê dîsan wisa be, lê di perspektîveke demdirêj de, dê bandora penaberiyê li ser rêjeya zilam û jinan li Swêdê tune be.