Alîkariya Swêdê bo zarokên feqîr xerab e

Lêkolîneke UNICEF nîşan dide ku alîkariya Swêdê bo zarokên feqîr ji ya welatên cîran xerabtir e.

Karê Swêdê yê alîkariya zarokên ku di rewşeke civakî ya gelekî kirêt de ne, xerab e, li gor pîvaneke navnetewî ku dezgeha pirsên zarokan, UNICEF, ya Neteweyên Yekgirtî, çê kiriye.

Ev pîvan nîşan dide çiqase zarokên di rewşên kirêt de ne, rewşa wan xerabtir dibe, bêyî ku dezgeh tev bigerin ji bo ku alîkariya wan bikin, çi ji aliyê aborî, tendirustî yan ji aliyê perwerdeyî ve be.