Zilamek bi gumana terorîzmê hate girtin

0:36 min

Ev cara pêşî ye ku kesek bi gumana tawana li dijî qanûna nû ya terorîzmê tê girtin.  

Zilamê 25 salî li balefirgeha Arlandayê hate girtin û bi xwe ji niştecihên Stockholmê ye.

Guman tê kirin ku berê wî bi welatekî din ve bû ji bo ku di kiriyarên sûcdarî de beşdar bibe. Girtin doh piştî nîvroyê li balfirgeha Arlandayê cî girt. Li gor agahiyên ku parêzgerê wî dide, ew hevwelatiyê Swêdê ye.

Tê zanîn ku doh kesekî din hate girtin, ku firarê navnetewî bû û Almanya di pey wî de bûn. Lê li gor agahiyên polîsan, îşê van herdu girtinan ji hev tune bûye.