Swêdiyê gumanbarê terorê tê tewqîf kirin

0:50 min

Swêdiyekî 23 salî ku tê gumankirin tiliya wî di êrîşên terorî yên Brukselê de hebe tê tewqîf kirin. Vê agahiyê parêzerê wî eşkere dike.

Nûçegihanê Radyoya Swêdê yê Brukselê dide zanîn ku piştî danûstandinên bi dizî ku ji aliyê çapemeniya navneteweyî ve bi baldariyeke mezin dihate şopandin hatiye ragihandin ku kesê swêdî ji ber gumana sûcê terorê dê were tewqîf kirin. 

Parêzerê kesê 23 salî dide zanîn ku miwekîlê wî dê bi polîs re hevkariyê bike, lê bi hûrgilî behs nekir bê ev wê bi çi rengî be. 

Halê hazêr kesê gumanbar di zindaneke Saint-Gillesya Belçîka de tê girtin û rûniştina werê piştî heyvekê gereke were li dar xistin.