ABF avêtina Federasyona Tirkî lê dikole

2:00 min

Yekîtiya Perwerdekirina Karkeran (ABF) yek ji mezintirîn rekxistinên civandina komeleyan e.

Yekîtiya Perwerdekirina Karkeran, ABF, ku yekîtiyeke gelekî mezin a rêkxistinkirina komeleyan li Swêdê ye, niha dest bi lêkolînekê kiriye, derbarê endametiya Federasyona Komeleyên Tirkî. Yekîtiyê niha hemû hevkariya xwe bi Federasyonê re cemidandine.

Seroka Yekîtiyê, Helén Pettersson, ji Radyoya Swêdê re dibêje ku axavtinên ku cîgirê berê yê serokê Federasyonê, Barbaros Leylani, yên banga kuştina ermenan, niha hiştiye ku yekîtiya wê lê bikole ka Federasyon dikare weke endam bimîne yan na:

- Ew axavtinên ku wî kesî heftiya çû kirin, yekcar li dijî prînsîpên yekîtiya me ne. Bingehên me yên îdeolojî pir xurt in, û em nikarin qebûl bikin ku rêkxistineke endam li cem me heye, ku ne li gor wan bingehan tev digerin.

 Ji bo me redkirineke wisa sivik û lawaz ne bes e.

Barbaros Leylani ragehand ku ew dev ji Federasyonê ber dide, û Federasyonê piştî wê lêborîn ji ermanan xwest û got ku ew wan axavtinên Leylani red dikin. Lê li gor Helén Pettersson, redkirina Federasyonê pir lawaz bû û ne li gorî tundbûna gotinên Leylani bûn:

- Ji bo me redkirineke wisa sivik û lawaz ne bes e. Wekî din, gelek gotûbêj derbarê Federasyonê bi xwe de hene. Agahî li medyayê derdikevin ku wan çawa êrîşê li dijî xwepêşandanên kurdan kirine, û em di lêkolînê de li ser van agahiyan û li ser van xalan jî disekinin.

Yekîtiya Perwerdekirina Karkeran dê di civîna serkêşiya xwe de ya di meha 6an de biryarê bistîne ka Federasyona Komeleyên Tirkî dê weke endam li cem wan bimîne yan na. Halê hazir, hemû hevkariya bi Federasyonê re hatine cemidandin. Heger lêkolîn berî civîna meha 6an hate bidawîkirin, dibe ku Yekîtî civîneke awarte li dar bixe ji bo ku biryarê derbarê pirsê de bistîne.