Åsa Romson xwe diparêze

1:01 min

Ew balê dikişîne ser serkeftinên wê weke wezîra jîngehê.

Hevseroka Partiya Jîngehê Åsa Romson di nivîsekê di rojnameya Dagens Nyheter de xwe li hember rexneyan diparêze. Ew rexne piştî krîza partiyê ji ber mijara wezîrê berê yê karûbarê xaniyan Mehmet Kaplan û çend kesên din ên bi îslamîzmê tên gunehbarkirin, hatin pêş. Rexne herweha li dijî hilbijartina Romson a gotinan di çend gotûbêjan de hatine kirin. Romson ji Radyoya Swêdê re mukir tê ku gerek ew hilbijartina gotinên xwe bidiqettir bike. Lê ew hêvî dike ku terkîz bêhtir li ser karê wê weke wezîra jîngehê were kirin. Romson binxêz dike ku 8 ji 10 armancên wan ên jîngehê dê werin bicîkirin, û ew vê yekê weke serkeftineke xwe ya mezin dide nasandin.

Wekî din, derbarê hilbijartina hevserokên nû ji bo partiyê, Åsa Romson, ku li gel Gustav Fridolin hevserokatiya partiyê dike, dibêje ku heger komîteya rawêj li ber kongireya 13ê mehê kesine din ji bo serokatiya partiyê pêşniyaz bike, ew dê rêzê li biryara komîteyê bigire.