Romson dev ji wezîrtiyê ber dide

1:16 min

Hevseroka Partiya Jîngehê ye, lê di pêşniyaza komîteya rawêj de, gerek ew di kongireyê de weke hevserok ji nû ve neyê hilbijartin.

Îro hevseroka Partiya JîngehêÅsa Romson ragihand ku ew dev ji karê wezîra jîngehê berdide. Li gor komîteyarawêj, piştgiriya Isabella Lövin ji ya Romson xurttir bû. Û niha komîtepêşniyaz dike ku Lövin cihê hevserokatiya partiyê ji Romsonê bistîne.

Romson ji Radyoya Swêdê re gotku ew bi herdu namzedên hevserokatiyê, Isabella Lövin û Gustav Fridolin reaxiviye û ew dê bi serokwezîrî re minaqeşe bikin bê kî birêvebirina wezaretajîngehê û cîgiriya serokwezîrî dike.

Derbarê pêşniyaza komîteyarawêj ku hevserokê niha Gustav Fridolin berdewam bike, û wezîra alîkariyahikûmî Isabella Lövin weke hevseroka nû were hilbijartin, Åsa Romson got ku ewîmkanên wan herdu namzedan ên herî baş in ji bo ku serokatiya partiyê bikin.