Di civîna AK Partiyê de alozî derket

6:26 min

Li gor cîgirê serokê AK Partiyê Mehdi Eker bi desthilatdariya AK Partiyê re zulma li ser kurdan rabûye û wan gelek maf dane kurdan, lê kurdên ku digotin ’ev nerast e’ ji salonê hatine derxistin.

Duh, roja yekşemê alîgirên AK Partî û Erdogan li herêma Fittja ya Stockholmê komcivîneke ji bo piştgiriya referandumê li dar xistin. Li ser navê AK Partiyê Mehdi Eker û Muhsin Kizilkaya ji Tirkiyê hatibûn.

Civîna AK Partiyê ya li Swêdê ji aliyê rêxistina UETD ve hatibû organîze kirin. Ji Tirkiyê wezîrê berê yê çandiniyê, Mehdî Eker ku niha berpirsê têkiliyên navneteweyî yê AK Partiyê ye beşdar bû. Rojnamevan Muhsin Kizilkaya jî ku bi Eker re ji Tirkî hatibû axavtineke kurt kir. 

Di axavtina xwe de Mehdi Eker wêneyekî Tirkî yê xweş û geş nîşan da, behsa ekonomiya ku di dema AK Partiyê de xurt bûye kir, behsa azadî û serbestiyan kir û derheqê pirsa kurdî de jî got: 

"Li zanîngehan beşên kurdî hene. Master têne çêkirin, enstîtu hene. Me li dibistanan îmkana perwerdeya bi kurdî vekiriye. Li dibistana  destpêkî û navendî dersên kurdî hene. Ev tev me anîn".

Gava Eker behsa azadiyên ku AK Partiyê ji kurdan re anîne dikir kesekî ji nav xelkê bang kir û got ”tu derewan dikî”.

Bi vî dengê dijber re Mehdi Eker got ”Heydê PKK derkeve, PKK derkeve”. Di vê navberê de keseke din jî hin gotinên rexnegir kirin. Gelek kes bezîne ser van herdu kesan. Lê nobedarên civînê zû bi wan ve gihan û di nav hengameyê de ew ji salonê derxistin. 

Piştî vêya Mehdi Eker got ev kes nimûneyek ji kiryarên PKKê ne, îdia kir ku PKK tim li hemberî gavên pêşvebirinê derketiye û bi berfirehî behsa hevdîtinên xwe yên dostane ku bi serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re dike kir. 

Mehdi Eker di axavtina xwe de got sîstema îro ku heye gelek pirsgirêkan bi xwe re tîne, ew bûye sebeba gelek aloziyên navbera serokkomarî û parlemanê. Û lewra wî got pêwistî bi guhertinê heye. Xwest welatiyên Tirkî yên li Swêdê jî biçin û dengê ERÊ bi kar bînin.

Hêjayî gotinê ye ku piraniya beşdarên civînê alîgirên AK Partiyê dihatine dîtin, lê hin beşdaran jî carcaran bi tiliyên xwe nîşan didan ku ew alîgirên MHP û gurên boz in. 

Li ser vê civînê di çapemeniya Swêdê de gelek gotûbêj hatibûne kirin. Salona ewil ku hatibû veqetandin ji aliyê xwediyê salonê ve hatibû betal kirin û bêyî ku were eşkere kirin civîn li dibistana teniştê de hate li dar xistin. 

Û gava mirov ji civînê derdiket yekser dengê rexnegiran dihate bihîstin. Grûpeke biçûk bênavber sloganên dijî Erdogan bilind dikirin.

Piraniya kesên ji salonê derdiketin diyar dikirin ku ew ê herine ser sindoqan û mîna daxwaza Mehdi Eker dengê ERÊ bi kar bînin, ango piştgiriyê bidine Erdogan.

Di navbera kesên ji salonê derdiketin û xwepêşanderên dijber de gelek gotinên nexweş dihatine bihîstin, lê polîs ewleyiyeke berfireh girtibû û nedihişt ew nêzîkî hev bibin. 

Em herwiha derbasî aliyê xwepêşanderên dijber jî bûn û me ji wan pirsî bê ew çima îro hatine vira.

Yên di dawiyê de axivîn du pêşander bûn ku duh li hember komcivîna AK Partiyê ya Stockholmê hatibûne pêşiya salonê.