
Hikûmet dixwaze qaîdeyên qeydkirina bavîtiyê sivik bike
Li gor qanûnê divê zilamên ku bêyî zewacê zarok ji wan re çê dibin bi şahidan îsbat bikin ku bav ew in. Vêga hikûmet dixwaze vê biguhere ji ber ku li gor wan ev êdî qaîdeyeke kevnar e.
Îro piraniya zarokên ku li Swêdê çê dibin yên dêûbavên nezewicî ne. Di rewşên wiha de divê bav bi du şahidan nivîskî îsbat bike ku zarok ji wî ye û peyre ev ji aliyê dayikê û Daîreya Karûbarên civakî ve were qebûl kirin.
Ev qaîde ji zû ve ye ku weke kevnar û tevlîhev tê dîtin û rexneyan digire. Wezîrê edaletê Morgan Johansson van rexneyan rast dibîne û diyar dike ku ew ê li ser guhertina vê qaîdeyê bixebitin.
Ev qaîde ji zû ve ye ku weke kevnar û tevlîhev tê dîtin û rexneyan digire. Wezîrê edaletê Morgan Johansson van rexneyan rast dibîne û diyar dike ku ew ê li ser guhertina vê qaîdeyê bixebitin.
Morgan Johansson dibêje mirov dikare alavên ragihandinê yên nûjen ji bo vî karî bi kar bîne. Bo mînak mirov dikare qeydkirina bavîtiyê li ser înternetê pêk bîne.
Hikûmetê di civîna doh a parlamenê de biryar da ku dê lêkolînek were çê kirin ka qaîdeyên li ser qeydkirina bavîtiyê çawa dikarin werine nûjen û sivik kirin.
Wezîrê edaletê Morgan Johansson dibêje qaîdeyên heyî zêde tevlîhev in. Johansson dibêje dema mirov bi hev re bijîn divê were fêm kirin ka bav kî ye.
Li welatên din ên Skandînavyayê hê zarok çê nebûyî bav dikare zarokê li ser xwe qeyd bike. Qaîdeyên swêdî ji aliyê partiyên din ve jî kevnar têne dîtin û pêşniyaza nûkirinê piştgiriyê dibîne.
Emma Henriksson ji Partiya Demokratên Xirîstiyan endama komîsyona civakî ya parlamenê ye û ew pêşniyaza hikûmetê baş dibîne. Li gor wê divê hê zarok çê nebûyî jî bav karibe piştrast bike ku zarok a wî ye.
Ew dibêje mirov dizane ka bav kî ye, lê dîsa jî divê bav îsbat bike ku ew bav e. Ji bo vê lêkolîn tê kirin. Divê tenê di rewşên ku ne zelal in de lêkolînên bavîtiyê werine çê kirine.