Swêdê sersaxî da gelê birîtanî

2:13 min

Ji ber teqîna şevê din a li Manchester ku tê de 22 kes hatine kuştin qiral, serokwezîr û siyasetvanên Swêdê sersaxî dan Brîtanya.

Şevê din bi derengî li saheya Manchester li Brîtanya gava xelk ji konsera muzîsyen Adriana Grande belav dibûn teqînek pêk hat. Tê ragihandin ku heta niha bi kêmayî 22 kes hatine kuştin û nêzîkê 60 birîndarî hene.

Ji ber vê teqînê hem serokwezîr hem jî serokên muxalefetê peyamên sersaxiyê dane Brîtanya. Di peyama xwe ya Twitterê de serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven wiha nivîsiye:

“Nûçeyên kambax ji Manchester tên. Em sersaxiyê didine malbatên qurbaniyan û gelê birîtanî“. 

Seroka partiya sereke ya muxalefetê Moderatan Anna Kinberg Batra jî gotiye “ev êrîşeke li hemberî hemû civaka me ye“ û xemxîniya xwe aniyê zimên. 

Qiralê Swêdê Carl XVI Gustaf jî peyamek weşandiye û gotiye ”Ev êrîşeke li hemberî civaka me ya xweşbîn û şefaf e ku em tev dixwazin tê de bijîn. Girîng e em li dijî vê kirêtiyê yekdeng bin.”

Teqîna şevê din li saheya Manchester rû da. Stranbêja ciwan a amerîkî Ariana Grande li saheyê konser dida û piraniya wan zarok û ciwan zêdetir ji 20 000 kes çûbûne konserê. Piştî strana dawî, gava ku xelkê xwe kar dikirin ji ciyê konserê belav bibin teqîn pêk hat. Tê ragihandin ku bi teqînê re bizmar li ciyê bûyerê belav bûne, polîs guman dike ku ew êrîşeke terorî be û herwiha tê ragihandin ku êrîşkar bi xwe jî li ciyê bûyerê hatibe kuştin. 

Wezareta derve ya Swêdê dide zanîn ku heta niha agahiyên ku tu swêdî di nav mexdûran de bin ji wan re nehatine.

Ji aliyê din ve sibê taximê futbolê Manchester United û Ajax li Stockholmê têne beramber hev. Ji federasyona futbola Swêdê Niklas Bodell dibêje tedbîrên wan ên ewlekariyê ji xwe bilind in, lê ew bi polîs û UEFA re di nava danûstandinê de ne, di nava rojê de ew ê dîsa li hev kom bibin bê tedbîrên zêdetir bistînin an na.