Partiya Jîngehê dikeve bin sînorê parlamenê

2:25 min

Di lêkolîna dawîn a li ser piştgiriya ji bo partiyên sîyasî de Partiya Jîngehê ji sedî 3,6 distîne. Di rewşeke wiha de partî dawiya vê heftiyê kongreya xwe li dar dixe.

Piştgiriya ji bo Partiya Jîngehê, Miljöpartiet digihe rewşa herî xerab a heta niha û partî ji bo cara pêşîn bin sînorê ketina parlamenê re dimîne.

Lêkolîna nû ya Sifoyê ya li ser piştgiriya gel a ji bo partiyên siyasî nîşan dide ku piştgiriya ji bo Partiya Jîngehê ji sedî 3,6 e. Eger di hilbijartinan de evqas deng ji partiyê re werin ew ê nikaribe bikeve parlamenê ji ber ku sînorê ketina parlamenê ji sedî 4 e.

Partiya Jîngehê bi Sosyaldemokratan re yek ji du partiyên hikûmetê ye. Skandalên ku di partiyê de rûdane û hevkariya ku wan di pirsên hesasên li ser penaberî, jîngeh û avûhewayê de bi Sosyaldemokratan re kirin kiriye ku gel her xwe ji pey wan daye aliyekî.

Bo mînak partiyê nikarî firotina komirê ya şirketa Vattenfallê ya li Almanyayê bide rawestandin û vê gelek alîgirên partiyê aciz kiriye.

Herwiha di serî de siyaseta partiyê ya li ser penaberiyê ya herê destvekirî ya Swêdê bû, lê wan peyre bi Sosyaldemokratan re siyaseta herî zext a penaberiyê ya çend dehsalên dawîn dane dest pê kirin. Hewldanên rawestandina kêmbûna piştgiriyê heta niha bi kêr nehatine.

Dawiya vê heftiyê partî li Linköpingê kongreya xwe li dar dixe û sekretera partiyê Amanda Lind dibêje em hê di hikûmetê de di nîvê rê de ne û siyaseta me ya li ser jîngeh û avûhewayê dê baştir were fêm kirin.

Kongreya partiyê îro, roja înê dest pê dike û dawiya heftiyê berdewam dike. Texmîn ew e ku mijara herî mezin a vê kongreyê dê penaberî û koça bo Swêdê be.