Sîyaset

SD partiya duyem e

1:21 min

Desteka ji bo Demokratên Swêdê (SD) bilind dibe û di heman demê de ya ji bo Moderatan dadikeve. Li gor lêkolîna dawî ya SCB partiya duyem êdî Demokratên Swêdê ye.

Bîroya Statîstîkê ya Navendî, SCB, îro encamên lêkolîna xwe ya berfireh a li ser piştgiriya ji bo partiyên siyasî eşkere kir. Li gor vêya partiya hikûmetê Sosyaldemokrat bi 31.1 partiya yekem e û êdî partiya duyem ne Moderat lê Demokratên Swêdê ye. Desteka ji bo SD di raya giştî de %18.4 e û ya ji bo Moderatan 18.1 e.

Lê partiya ku herî gelek li xwe zêde kiriye, Partiya Navendê, Centerpartiet e. Piştgiriya ji bo Centerê berya şeş mehan ji %7.1 bû, lê niha ew giha ye %11.3. 

Tu guhertineke zêde mezin di piştgiriya ji bo partiyên din de xuya nake. Demokratên Xiristiyan bi 3.2 hê jî bin benda %4ê ne û rewşa Partiya Jîngehê û Partiya Lîberalan zêde ronak xuya nake. 

Hêjayî gotinê ye ku di van rojê dawî de hem ji nûnerên Moderatan hem jî Lîberalan dengê rexnegiran bilind dibin, ên ku dixwazin serokên wan îstifa bikin.