Anders Edholm dibe sekreterê Moderatan

0:35 min

Anders Edholm dikeve şûna Tomas Tobé de û dibe sekreterê nû yê Moderatan. Tomas Tobé jî dikeve şûna Betrice Ask de û dibe berpirsê siyaseta hiqûqê yê partiyê.

Îro seroka Moderatan Anna Kinberg Batra derket pêşiya çapemeniyê, behsa zehmetiyên xwe û Moderatan kir û rêzek guhertinên nav partiyê eşkere kirin. Batra got:

– Ez guh didime rexneyên li min têne kirin, ez berpirsiyariyê digrime ser xwe û ji bo ku em bihêztir bibin ez hazirim gavên lazim bavêjim.