”Nuha qonaxeke din di jiyana wê dest pê dike”

6:06 min

Îro sibehê xwendevanên dibistanên Stockholmê yê asta amadeyiyê (gymnasiumê) xwendina xwe temam kirin û şehada xwe wergirtin. Bi Swêdî ji wê re dibêjin Student. Yên xwendevan gelekê salan li bendî vê rojê ne ji ber li Swêdê ev rojeke gelekî giring e û ji ber wê bi awayekî taybet têne pîroz kirin.

Em vê sibehê çûne seredana Sjödalsgymnasiet. Dost û malbat, dê û bavên xwendevanan bi kêf xwe bi gul û diyariyên rengîn û bi wêneyên zaroktiya zarokan li bendî xwendevanan bûn ku ji deriyê xwendingehê derkevin.

Leyla Hirorî, dayika Kevokê ku îro xwendina xwe temam dike û studentê bi kum û kirasê sipî werdigire serbilind û bi kêf li bendî keça xwe bû.