Heftiya siyasî

Kawesa avête nijadperestiyê - Björklund avête ferqên civakî

3:29 min

Roja şemiyê heftiya siyasî ya li herêma Järva dest pê kir. Partiya yekem ku derket pêşiya gel û peyama xwe pêşkêş kir seroka Înîsîyatîfa Femînîst, FI Victoria Kawesa bû.

Di axavtina xwe de seroka Înîsiyatîfa Femînîst bang li gelê herêmê kir ku bêhtir bikevine nav siyasetê û got:

Divê em ji bîr nekin ku nijadperestî ji me re nas e û em dikarin pêşiya wê bigrin.
Victoria Kawesa dubare kir ku ew ê beşdarî heftiya siyasî ya li Almedalen nebin ji ber ku partiyeke rastgir beşdar dibe û got :

Em tu caran qebûl nakin ku hêzên faşîst, nazîst û dijminên demokrasiyê di meydanên me yên siyasî û demokrat de cî bigrin.
Di dawiya salên 1970 de bavê Vicotira Kawesa li Uganda tê kuştin û ji hingî ve ew bi siyasetê ve elaqedar e, lê cara yekê piştî 2010ê wê di nav partiyên siyasî de rolên girîng girtin ser xwe û îsal adarê digel damezrênera FI Gudrun Schyman ew weke seroka partiyê hate hilbijartin.

Ev cara yekem e ku heftiya siyasî ya Järva li saheya sporê ya Spånga tê li dar xistin. Amanca bi vê heftiyê ew ku siyasetvan herine nav gel da ku ew nêzîktirî hev bibin û serokên hemû partiyên di parlamenê de wê li wir axavtinên xwe pêşkêş bikin.

FI bi xwe ne di parlamenê de ye, lê ji partiyên ne di parlamenê de ya herî mezin ew e.

Yekem partiya ji parlamenê ku axavtina xwe pêşkêş kir Liberal bûn. Duh, roja yekşemê serokê Lîberalan Jan Björklund derket pêşiya gel û rexne li ferqa ku di navbera çînên gel de heye kir.

– Tixûbê ku welatê me ji hev parçe dike, ferqa ku qelşê têxe navbera serbestî û êsîriya li Swêdê tam ev dera ku em lê ne ye. Bes e êdî bila zaarok hêviyên xwe winda nekin. Bes e êdî bila dergehên kar li xelkê neyêne girtin. Bes e êdî bila xelk bê ewleyî û azadî nebînin.

Ji ber vê qelşa civakî Jan Björklund partiya sereke ya hikûmetê sûcdar kir, got ji dêla ku ew çareyan peyda bikin sînoran ava dikin, ji bo şîrket û karkeran bacê bilind dikin û bi vî awayî rê li pêşiya xelkê digrin ku bikevine nav civakê de.